Koma Rojhilat – Keça delal (Zîlan)

Keça delal pir bi jan e
Helbesta axa wêran e
Keça delal pir bi jan e
Strana warê şêran e
Zîlanê Zîlanê

Zîlan birûska havîn e
Zîlan ji axê re jîn e
Wek gula baxê zayîn e
Zîlanê Zîlanê

Keça delal ser Karwan e
Birû tîr in wek keman e
Keça delal wek çeman e
Diherike dil Meman e
Zîlanê Zîlanê

Zîlan birûska havîn e
Zîlan welatê dilkîn e
Volqan e keça Medî ye
Zîlanê Zîlanê

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.