aa


Close
Koma Pêşeng – Delalê


Delalê lê bese delalê
Te ez kuştim bi bejn û balê
Ax dîlberê çi xezal î
Nikarim bê te nikarim
Nikarim bê te nikarim
Te nebînim, tar û mar im

Delalê tu keça ciwan
Tu him xweş î, him jî dilovan
Ez heyrana birh û çavan
Nikarim bê te nikarim
Nikarim bê te nikarim
Te nebînim, tar û mar im

Delalê tu yî sebra min
Şev û rojan tim li bîra min
Guh bide min delala min
Nikarim bê te nikarim
Nikarim bê te nikarim
Te nebînim, tar û mar im

Ez dîn bûm ji hesreta te
Dibêm carek bême ba te
Şewitîm ji evîna te
Nikarim bê te nikarim
Nikarim bê te nikarim
Te nebînim, tar û mar im
Gotin û Muzîk: Mistefa Gazî

Loading...
Related Video
No comment yet. Let you write first comment.

Leave a Reply

Thank you for using IGIT Tweet Button, a plugin by PHP Freelancer