Koma Gundê Nehîa & Abovyanê Ciraberê – Delîlê Gozê

Du sêvin du hurmê ne, delîlê Gozê nemayê,
Du sêvin du hurmê ne, sed zêrê mala dinyayê.
Destê kurê xelqê ne, delîlê Gozê nemayê,
Destê kurê xelqê ne, sed zêrê mala dinyayê.
Du sêvin du hinar in, delîlê Gozê nemayê,
Du sêvin du hinar in, sed zêrê mala dinyayê.
Destê kurikê muxtar in, delîlê Gozê nemayê,
Destê kurikê muxtar in, sed zêrê mala dinyayê.
Du gûz in du gêlaz in, delîlê Gozê nemayê,
Du gûz in du gêlaz in, sed zêrê mala dinyayê.
Destê kurikê eylaz in, delîlê Gozê nemayê,
Destê kurikê eylaz in, sed zêrê mala dinyayê.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.