Koma Çarnewa – Xemilî Zozan

Xemilî Zozan û minra kenya
Tavê ezmanan şewqa xwe dayê
Gulê gazî kir min hate manya
Ez dikim herim yar minra nayê

Yara min bedew nola van gula
Kîja rewş daye emrê dinyayê
Gul gellek hene çavresa dila
Gazî me dikin yar minra nayê

Kani xulxulî orta çiya de
Dinya bû zeynet û textê şayê
Gul gellek hene çavresa dila
Gazî me dikin yar minra nayê

Parve Bike

1 thought on “Koma Çarnewa – Xemilî Zozan

  1. Silav te/we be hêja,
    Ez ji we tishteki bipirsêm;
    Xemilî Zozan û minra kenya
    Tavê ezmanan şewqa xwe dayê
    Gulê gazî kir min hate manya
    Ez dikim herim yar minra nayê

    Di vê kilamê de di rêza sêyhemin de Ez hin gotina nizanim tê chi maneyê:
    Gulê gazî kir min hate manya.
    “….. min hate manya”, chi ye?
    Min kir nekir min dernêxist. Chi ye ev hevoka?

    Ji nuha de sipas dikim.
    Misto B

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.