Keremê Erefat – Gundê Me

Can gundê me, gundê me, tenê rind e gundê me,
Nava hezar gundî da, dîsa tenê gundê me.
Kaniya zelal ortê da mêşe, çawa rex wê da,
Her malekî her gava, ken û kilamê tê da.
Can gundê, me gundê me, tenê rewşa gundê me,
Qaleçîçek ku radibe wexta teze vedibe.
Em jî xwezila xwe tînin, xeml û rewşa gundê me,
Can gundê me, gundê me, tenê rewşa gundê me,
Can gundê, me gundê me, çi delal e gundê me,
Zef bedew e gundê me, ew ê heta devê me.
Rojê oxirmê giran boy gundiyê me emrê me,
Can gundê me gundê me, demê derman gundê me.

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.