Keremê Erefat – Dengbêjê Erşa

Tu dengbêjê erş û erda,
Tu dengbêjê bexçê nû,
Tu mêzîna rihê bendewar,
Eşq û şayê heta ku.
Tu dipîvî rêkê tarî,
Geliyê kûr e ne dihar,
Ber te rast in çiya û banî,
Binê behra te ra war.
Destê te da birûske şûr,
Rakê te ra bûye tî,
Tune tune te ra ciyê dûr,
Gulê nekî tu teled î.
Tu dengbêjê erş û erda,
Tu dengbêjê bexçê nû,
Tu mêzîna rihê bendewar,
Eşq û şayê heta ku.

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.