Kawa – Rojava

Îro Rojava raperîn e
Hildikişe agirê şoreşê
Îro Rojava serhildan e
Hildikişe agirê şoreşê

Serhildan û raperîna gel
Bi xwe re tîne şahî û mizgînê

Roj mizgînê ji me re tîne
Roj pîroz e, Rojava
Warê Egîd û şehidan
Roja me naçe ava

Tirs û xofa heza gelê me
Textê neyaran dilerizîne
Tirs û xofa heza gelê me
Dilê dijminan ditirsîne

Keç û xortên dilsoz û dilpak
Ala şehidan dihejînin

Ev çend sal û çendî zeman e
Li me çêbû çend ferman e
Êdî ji bo nema guman e
Şoreş geş bû li Kurdistan e

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.