Karapetê Xaço – Sarê 1

Sarê rabe êvar e, mehrûmê rab e êvar e,
Sarê rabe êvar e, di mehrûmê rabe êvar e.
Sîka girtî dîwar e lo, sî daketin zinar e.
Kese li gundê me tune lo, ji xeynî me dost û yar e.
Sarê hato ji bêriyê, mehrûmê hato ji bêriyê,
Sarê hatiye bêriyê, di mehrûmê hatiye bêriyê,
Sarê hatiye bêriyê, ji mehrûmê hatiye bêriyê.
Sarê qîza xelqê bû mihbeta dilê mi ketiyê.
Sarê tu sara min î, mehrûmê tu sara min î.
Sarê tu sara min î, di mehrûmê tu sara min î.
Mi bi xulama gerdenê lo, şêbiskê meqeskirî.
Şêbiskê meqeskirî lo dor simbêla hebilî.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.