Karapetê Xaço – Lawikê Metînî

Lê lê dayîkê, heyranê tê rabe bi xwe ke, bi Xwedê ke,
Roja şemiyê serê min bişo û xemla min li mi ke,
Bisk û temorîka ber enîka mi da çêke,
Hey lê lê lê, hey lê lê lê, lê lê, hey lê lê lê, hey lê lê lê, lê lê hey delalê.
Heval û hogirê me çûne Mexrûmî şêxa û Tewalikê di gelikî kur de,
Keçik digo lê lê dayîk heyranê, bişîne pey lawikê Metînî, delalî malê,
Bira bêye nava sing û berê min keçikê,
Eger tê min dixwaze bira gelo bê mi bixwaze,
Heger tê mi direvîne bira bê mi birevîne,
Herge mi narevîne sibê wê mi bi rê kin,
Hey lê lê lê lê, hey lê lê, lê lê hey delalê,
Ay feleka me xayîn e, wele me dixapîne, me ra nayê domê hey domê.
Lê lê dayîkê, heyranê, kanîkê me şêxan û mîra wî li himberî,
Keçik divê dayîk heyranê, bişîne pey lawikê metînî, delalî malê,
Bila ji nîvê şevan û pêştir bê nava xan û xetê mi gerdenê,
Herê devê xwe têxe boxazî qirikê nava hilî mircan û morikê minê binê,
Heta devê te bigîje binê qulpê guharê minê Heyderî,
Hey lê lê lê, hey lê lê lê, hey lê lê lê lê, hey lê lê, lê lê hey delalê,
Ay feleka me xayîn e, gidî me dixapîne, me ra nayê domê hey domê.
Lê lê dayîkê, heyranê, kanîkê me şêxan û mîra çendî bi rêz in,
De dibê qîzê me derketin şengezerî ne, bûkê me meytanê firêzê,
Keçik divê dayik heyranê, bişîne pey lawikê Metînî, delalî malê,
Ele tê mi dixwaze bira bê mi bixwaze,
Tê mi direvîne bira bê mi birevîne,
Herge narevîne sibê wê mi biguhêzin,
Hey lê lê, hey lê lê, hey lê lê, hey lê lê, lê lê hey delalê.
Ay feleka me xayîn e, me dixapîne, mera nayê domê hey domê,

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.