Karapetê Xaço – Gênç Xelîl

De were lê lê, were lê lê, were lê lê, were lê lê, were lê lê, were lê lê, were lê lê,
were lê lê, were lê lê, were lê lê, were lê lê nemayê,
De piştî Gênc Xelîl kurapê xwe nemînim li dinyayê.
De evdal im dilê min dilekî yan e, evdal im dilê min dilekî yan e,
Gênc Xelîl kurapê min welatê ay xerîban û xurbetê nexweş e, gelekî bêhal e,
Wez ê rabim livînekî nazbalgîkî bavêjim ber palê,
Wez ê kembera pişta xwe bişkênim bikim nal e,
Bazinê xwe bişkênim bikim hûr bizmar e,
Wez ê biskê xwe bibirim bikim serkele û doxhevsar e,
Gavê berê min û Gênc Xelîl kurapê min têkeve welatî xerîban û xurbetê,
Xelqê nebê lê çi siwarekî kurd e bê kar û bar e,
Nemayê nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê,
De piştî Gênc Xelîl kurapê xwe nemînim li dinyayê.
De were lê lê, were lê lê, were lê lê, were lê lê, were lê lê, were lê lê, were lê lê,
were lê lê, were lê lê, were lê lê, were lê lê, were lê lê, were lê lê nemayê,
De wez ê qêmîş nakim, kurapê xwe ji xeweka şîrîn rakim,
Wez ê qêmîş nakim, kurapê xwe ji xeweke şîrîn rakim,
Wez ê kuramê xwe ji xeweke şîrîn rakim,
Xencerekî Salihbegî di berde ra kim,
Ez ê gîzmekî Koserî bi linga kim,
Wez ê ebakî Besrayî li mila kim,
Serê bav û birak û der û cinar û gundî maliya temam bînim bi qurban kim,
Ax nemayê nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê,
De piştî Gênc Xelîl kurapê xwe nemînim li dinyayê.
De were lê lê, were lê lê, were lê lê, were lê lê, were lê lê,
Wez ê qêmîş nakim, vê sibekê kurapê xwe tu dewara siwar kim,
Wez ê qêmîş nakim, kurapê xwe li tu dewara siwar kim,
Ez ê qocê seklawî bînim, kurapê xwe lê siwar kim,
Wez ê serê bav û birak û der û cînar û gundî maliya temam bînim wele bi
qurban kim,
Nemayê nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê,
De piştî Gênc Xelîl kuramê xwe nemînim li dinyayê.
Ha nîna, nîna, nîna, ha nîna, nîna, nîna,
Ha nîna, nîna nînayê
Ha nîna, nîna nîna, ha nîna nîna nîna, ximximê torîvanê.
Ximximê torîvanê, kevotka serê banê, destmala dest xortanê,
Destmala dest xortanê, tu min bikî, ez mêvanê, ximximê torîvanê.
Ximxim qîza keşîşe, tolê qîza keşîşe, paşil tijî kişmîşe,
Paşil tijî kişmîşe, lawno werîn êrîşe, ximximê torîvanê.
Ha nîna nîna, nîna, ha nîna nîna, nîna,
Ha nîna, nîna, nîna, ximximê torîvan.
Ximxim qîza keşîşe, tolê qîza keşîşe, paşil tijî xurmeye,
Paşil tijî xurmeye, lawno werin axeye, ha nîna Eyşokê…

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.