Karapetê Xaço – Filîtê Quto

Hey lo, hey lo, hey lo, hey lo, hey lo, hey lo, hey lo, hey lo, hey lo, Şem rebenê.
Şemê digo Filîto lawo,
Li matîka konê xwe daniye li Kaniya Badereşê lawo ser avêooo, Şem rebenê,
Daniye li Kaniya Badereşê lawo ser avêoo,
Divê Filîtê Quto de lo digere dîsa li xirabiyê, Şem rebenê.
Şemê digo Filîto lawo, dilê minê wê dil dibêooo,
Ne mi go lawo, neçe pêşiya vî tirş û tarişa,
Û tirş û tarişî gune ne çavê jin û zarokê wana qerimîne, wa li rêyo, lê Şem rebenê.
Hey lo, hey lo, hey lo, hey lo, hey lo,
Şemê digo Filîto mi go lawo bi karwan hato ji Bilêderê,
Mamê Elê Etmankî bi sê denga dikir gazî li xulam û xizmetkara,
Digo bavê kîno, win ê bara biqelêbin bi kêvine berê,
Minê rojekî dua dikir serê min û Filîtê Quto kurê Şemê,
Li Panava Qîre dîsa di hev de derê, Şem rebenê.
Şemê digo Filîto lawo, mi go ji Pozê Xêrê heta Delana Paşo, çi neqeb e,
Divê mertala bavê Hesen lawo gelo sor î gulkî bi kokeb e,
Û heçî şerê bavê Hesen tê da ye, daîm qetilxwîn e bi xezeb e, lê Şem rebenê.
Filîtê Quto bi sê denga dikir gazî, li Mamê Elê Etmankî,
Digo lawo, hêstira pêşîn hêstira paşîn deyne wê baca rê,
Xulam û xizmetkara digo gelo gelî xulama,
Hûn ê hêstira pêşîn û hêstira paşîn bidine Filîtê Quto,
Bira bibe qelenê diya xweyî wî Şemikê, lê Şem rebenê.
Şemê digo Filîto lawo, roja me derketî wî ji Anedolê,
Şewq û şemala xwe da Pozê Sêdim Qasim, Tapiya Biro,
Mertala bavê Hesen, gulikê dorê,
Ji xêra mala Xwedê ra gava li bavê Hesenî Talih dibû pêsîrtengî,
Bila tê derketa çirpiyayê mala Hesenkorê, Şem rebenê.
Şemê digo Filîto lawo, karwan temam dibê karwanî ne,
Bira ji Mamê Elê Etmankî pêştir karwan û bazirgana li welat û şaristana negerîne,
Îro derbekî daye li bejn û bala Filîtê Quto li bavê Hesenî Talih,
Û koka mêra ji mala wana ditefîne, lê Şem rebenê.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.