Karapetê Xaço – Derwêşê Evdî

Lê lê lê lê lê lê yar Derwêşo, wezê ne bi mal û ne bi mêr im,
Ya wil Derwêşo, wezê ne bi mal û ne bi mêr im,
Wezê xuşka heft bira me, birazîka dozde pismamî bîna şêr im, Gava ez çew
Derwêşê evdî delalî dilê xwe dikevim,
Ezê her hazira her dozde pismama du qalib sabûna Reqê,
Ez ê li serê girê Hamûda şewitî bisekinim, wele bi doxa teşiya xwe veşêrim,
Hey lo, lo hey lo, lo hey lo mêvano.
De lê lê lê lê lê, herê Derwêş digo, lê lê keçê minê tu malekî zor î zavî ji te navê,
Herê malxirabê, minê tu malekî zorî zavî ji te navê,
Minê ji te divê konekî reş î erebî, bîst û çar stûnî, mêkuta navî darî benavê,
De vê sibêkê meriv singê kona bikute erdê, berê kona bide tîrêjî tavê,
Bi Xwedê min sond xwariye piştî Derwêşê Evdî delalî dilê xwe mi kesikî navê,
Hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo.
De lê lê lê lê, erê keçik digo, lo lawo Derwêşo,
Bi Xwedê beriya bavê Hamûdê bişewite, berîkî rast e dûz e,
De beriya berê Hamûdê bişewite, berîkî rast e dûz e,
Divê pozê Evdilezîza şewitî bi ser de xûz e,
Ramûsanê qîzê bûkê salê wele par vî çaxî ne pol bûn ne pere bûn,
Sala vê salê li min û Derwêşê dilê min hatine zerê yaldûz,
Hey lo, lo hey lo, lo hey lo, lo hey lo.
De lê lê lê lê herê keçik digo lo lo Derwêşo, xwezika dilê mi bixwesta,
De xwezika îro dilê mi bixwesta,
Bira Derwêşê Evdî delalî dilê mi ber derê mala bavê min da bata lo rawesta,
Bira tasekî avê ji min kinikê, ji min qozaxê, ji min zeriyê min bixwesta,
Bi Xwedê min ê cotê zermemika bibiriya,
Yek li şûndî fincanî qawê, yek li şûndî fincanê çayê,
Herê di binê konê Zor Temir Paşa re ji Derwêşê xwe ra bûyrim bikira, bida desta,
Ay meqseda dilê min gelek hebûya minê ji Rebê xwe bixwesta,
Hey lo, lo hey lo, lo hey lo, lo hey lo.
Lê lê lê lê heyla Derwêşo, mi go payîz e xweş payîz e,
Lo lo malxirabo, mi go payîz e xweş payîz e,
Dihatî mala bavê min mêvanekî ezîz e,
Wezê nizanim çi wa bes e, çi layiq e, vê êvarê çi cayîz e,
Ez ê ji delalî mala xwe ra bînim hingivê Zeya,
Bi Xwedê qeymaxî miya, weke delalî mala min pê qayîl nebû,
Ez ê jê ra bînim dimsa Lêkerdê, mewijê Babosiya,
790
Wekê delalî mala min pê qayîl nebû, ez ê jê ra bînim sêvê Meletê,
Pûrteqalî Bêrûdê, xurmekî Bexdayê, hêjîrî Çiyayê Şengalê,
Eger delêlî mala mi pê qayil nebû, wez ê ji nîvê şevan û pêştir,
Wele cotê zermemika bidime ber e, de bira qasekî ji xwe ra pê bilîze,
Hey lo, lo hey lo, lo hey lo mêvano.
De lê lê lê lê erê divê Mêrdîn bişewite li zinêr e,
Wele Mêrdîn bişewite li zinêr e,
Dibê Reşmil û Qubal bişewite, jê ra serejêr e,
Dibê delalî mala mi siwar e li seklawî nêr e,
Wele seklawî delalî mala mi dikule, nizanim ji nal e ji bizmêr e,
Erê mi go delal, peya be înşela bi xêr e,
Wez ê delalî mala xwe nadim bi kurê Îbrahîm Paşa ji mala zengozêr e,
Ez ê delalî mala xwe nadim bi kurê şêxê Şemera siwarî li Etêr e,
Wez û delal malê wem ê hev û dinê birevînin,
De bavêne Çiyayê Qerecdaxa şewitî, mexelê pezî nêr e,
Heger qîma delalî mala mi nat, em ê dagerin Çiyayê Evdilezîza şewitî ciyê
karê di xezêlê,
Heger qîma delalî mala mi nat, em ê da devê Çiyayê Şengalê ba qewalê
Êzîdiya,
Wele îsal heft salê wan e, divê pêşberê wana neketiye dikî zikê xunkêr,
Lo hey lo, lo hey lo, lo hey lo mêvano.
Hey lê, lê hey lê, lê hey lê, lê hey lê û divê beriya bavê Hamûdê bişewite,
berekî rast e dûz e,
De beriya bavê Hamûdê bişewite, berekî rast e dûz e,
Divê pozê Evdilezîza şewitî bi ser de xûz e,
Ramûsanê qîzê bûkê salê wele par vî çaxê ne pol bûn ne pere bûn,
Sala vê salê li min û Derwêşê dilê mi hatine zêrê altûz e,
Hey lo, lo hey lo, lo hey lo mêvano.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.