Karapetê Xaço – Dêra Sorê

Endîwerê paytext e, lê lêy, lê lêy, lê lêy, lê lêy, hey lê lê,
Endîwerê paytext e, Nof xatûna ser text e,
Fîncana qawê bi dest e, îznê bide û bêm rex te.
Tu ne soz e û ne bext e, lê lê û lê lê û lê lê û hey lê lê,
Tu ne soz e û ne bext e û berxê û sebrê mala minê.
Hindî were ser texte, lê lêy, lê lêy, lê lêy, lê lêy, hey lê lê,
Hindî were paytext e, nok xatûna ser texte,
Îznê bide bêm rex te.
Te ne soz e, ne bext e, lê lêy, lê lêy, lê lêy, lê lêy, hey lê lê,
Te ne soz e, ne bext e, karê berxa û mala minê.
Dêresorê biçûk e, lê lêy, lê lêy, lê lêy, lê lêy, hey lê lê,
Dêresorê biçûk e, hine li desta neynûk e.
Par qîz bû îsal bûk e, lê lêy, lê lêy, lê lêy, lê lêy, hey lê lê,
Par qîz bû îsal bûk e û berxê sebrê mala minê.
Dêresorê biçûk e, lê lêy, lê lêy, lê lêy, lê lêy, hey lê lê,
Dêresorê biçûk e, dest bi hine neynûk e.
Par qîz bû îsal bûk e, lê lêy, lê lêy, lê lêy, lê lêy, hey lê lê,
Par qîz bû îsal bûk e, karê berxa mala minê.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.