Karapetê Xaço – Bişêrîyo

Eman eman eman eman eman eman eman eman eman Bişêriyo,
Baraviyê digo Bişêriyo heyran, Tepa Barava mala mizê mala me ye,
Gidî berê mala lo me qulbe ye, çi gotin û şitexaliyê îşev tê bêjî lo destûra te ye,
Heçî ramûsana ji te û bavê te lo zêde ye, eman, eman, eman Bişêriyo.
Bişêriyo digo lê lê Baraviyê, bejna te zirav e wek rihana tarî,
Hêşîn dike li Tepa Barava ha li wî diyarî,
Rojek hatim mala bavê lê te mêvanî, eman, eman, eman Baraviyê.
Baraviyê digo Bişêriyo, heyra wez xeyîdîme, bi te ra xeber nadim,
Wez ê rabim şarê bikirim, gulika badim,
Çûme ziyareta Siltan Şêxmûs,
Minê lawikekî xwediyê tope giregirê lo Bişêriya nadim,
Eman, eman, eman Bişêriyo.
Bişêriyo digo lê lê Baraviyê, wez ê ne li vir im ne li wê me,
Wez ê takrihana ber kevir im,
Pîsê Bişêriya ez ê bi qencê we bi Helebîya lê tev çêtir in,
Eman, eman, eman Baraviyê.
Baraviyê digo Bişêriyo, heyra, şev e hay bi min şev e,
Minê cî balgiya danî tevî hev e,
Tirsa minê lawikê Bişêriyê ji ber keçika Baravî bireve,
Eman, eman, eman Baraviyê.
Bişêriyo digo lê lê Baraviyê, qirika te zirav e wa qirika qazê,
Malxirabê cîka deyne em tevde razê,
Ketime bela te porkurê wê te şahbazê,
Eman, eman, eman Baraviyê.
Baraviyê digo Bişêriyo, heyra li me avêtî wî hîva pîr s,
Wî keçika Baravî zêre lo bi zincîr e,
Ecêba mezin ew e çewa meriv kihêla bajo ber qorebergîl e,
Eman, eman, eman Baraviyê.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.