Karapetê Mêlkon – Sewdalîyê

Lê hay, lê lê lê hay, lê lê lê hay, lê lê lê hay,
Payîza toyê lê mi nekir kar û barê zivistanê,
Payîza toyê lê mi nekir kar û barê zivistanê.
De wez ê diçûme bajara digerim bajarê Londeranê,
Min ê digo, hoste Murat di bextê te û Xwedê tê were dikanê,
Xizêmekê ji yarî zerî gewra mi ra çêke, zînê xuristanê,
De daneyne ser keranê, lênede bi çakûç û bi sindanê,
Hilû bike bi zimanê, paqij bike birû çavanê,
De sêsed û şêst û şeş boxriya ji xizimê bide berdanê,
Rojê govend û her dîlanê îda û cumayanê,
De bila wele sêsed û şêst û şeş boxriya difrote bidin cîdanê,
Gavê me keperê govendê dîlanê,
De hinek ê bêjin pîroz û hinek ê bêjin sed bimbarek li xwey xwedanê lê.
Lê lê lê hay, eman keçik kurmalê, bejna te zirav e bînayê takî rihan e hewayê,
Sing û ber û bedenê te bînane pelekê berfa Çiyayê Belqîzayê,
De do roja sisiya îro qulibî roja çara,
Min ê ramûsanê ji deqa semayî boxazî qirik hinarî, rûkê rastê hildayê,
De wele şîrîn e bîna hêjîrê Çiyayî Şengalê, pûrteqalê Bêrûdê, hinarê Zivzikê,
sêvanî Meletê,
De ji do vî çaxî heyanî îro, tema ramûsanê vê teresê teresbavê,
Wez ê dikim nakim ser dev û lêvê mi nalê.
Lê lê lê hayê, eman keçê kurmalê, min ê digo ax û tê digo yeman,
Sewdaliyê, kurmalê, min ê digo ax û tê digo yeman,
Govendeke, her dîlaneke qewî giran, gundê mala bavê sewdaliya mi digeriya,
Minê bala xwe dayê sewdaliya minê li xwe kiriye şareke sore hemayl,
Li pişta xwe girêdaye kesre rewan,
Çavê minê dikete, qirik û reşikê kesre rewan,
De wez ê diketim erdê hineka digo hebû hineka, digo na wele qet û qe jî
nema lê.
Lê lê sewdaliyê kurmalê, ne mi go dinya nemayê wele ji Cimimî Siltan, Xec û
turka, dîsa ji mesikî binî golan,
Dinya nema ji Rostemî Zal xweyê gurzanê giran,
Dinya nema ji başbazirganê salê kurê Elîyê Ûnis û dinya nemaye mi go dîsa ji
mesîkî binî golan im.
Lê lê sewdaliyê kurmalê, wez ê diçûme çiya ciyê hûrdeviya,
Dageriyame hizniyeta bavê Kemal, govendekê dîlane xwayek tê da digeriyan,
Minê bala xwe daye yekî dibe sêzderî tê da bû di perê govendê da ji mi ra
îşareta dida, bi tilîya û yekê ji mi ra ne lazim e, binê şivanê di gavanê di dora
gundiya dinê,
Yeka xûla reş î erebî ye, ez ê ji vir û bajarê Yerewanê jê direwiyam,
De ya sisiya yeka bejnzirav e, wez ê bi nêrdewanê ve hêdî hêdî bi alî pencera
we dikêşiyam,
Bi kotek û cebranê destê min ê bigihîşta baqê reşkeziya,
Bi ser mi ve ditewiya, mîna kevanek ji kevanên êzîdiyan û deynî ser pembûya
hêsaniya, sî û sê diranî devê min,
Dev û sedemî ramûsanê vê teresbavê temamê vênakî ne diweşiyan.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.