Eman sebra dila yar, çiya dibên emê tev çiya ne,
Emrê dilê minê, wele çiya dibên wemê temamê mînakê wem çiya ne,
Golikê salê rabûne li şûna ga û gamêşa dibên em jî ga ne,
Erê ji îro pêştir mirin lawikî mala minê ketiye welatê xerîban û xurbetê,
Wele şindokî kurê xelqê şûna diyarê malê divê ji îro pêştir wez axa me li min,
Ay miraqlî me sebrê, ay sewdalî me berxê, ay derdê dinyayê çima para min û
te ketine berxê.
Eman sebra dila, wele çiya bişewitin, tu car û tu car bê dar nabin, emrê dilê minê,
Wele geliyê Şoqip û Şemala şewitî, ay bimirim jê ra, tu car bê av nabe,
Wele qîzê vî heyamî ji çarde pazde salî wir ve, erê destê xwe li heft kitêb û
Ne mi go dîsa Qurana xin, erê di mala bavê de bê yar û bê dost nabin, li min,
Ay xirabmal im sebrê, ay sewdalî me derdo,
Ay delala malê çima perê vê salê ne migo derdê dila para min û te ketine berxê.
Eman sebra dila pinek ewrê reş û tarî li ser zinarê Mêrdînê, emrê dilê minê,
Wele qebeqeba cotekî kewê kûvî tê, delala dila, ne mi go ji îro pêde ser hêlînê.
Wele tiştê hatiye serê min û keleşgewra malê,
Erê berê vê salê neyê serê Eyûbê kurmexwarî, na wele Mem û Zînê li min,
Ay xirabmal im gidî, ay delala dila çima derdê dinyayê para min û te ketine berxê.