Kamkars – Bulbulî balşikaw

Bulbulî balşikawî wextî gulim
Her şepolan deda dilî le kulim
Moxî bê agirî şewî yeldam
Çawerê çarenûsî napeydam
Kewî bê dengî newbeharanim
Gulî bê rengî çaw le baranim
Koncî cêjiwanî çûl û xamuşim
Sêberî nazenînî reşûşim
Kêlî gorî şehîdî gumnawim
Take darê terîkî bê awim
Defterî şê’irî şa’êrî rûtim
Şemî ser gor û darî tabutim
Kunî gîrawî kune şimşali’m
Xewinî aloz û xatêrey talim
Çile reyhanî dûre dêrawim
Sazî nesazî helpesêrawim
Tike awengî ser gelay zerdim
Xeste’w derdedarî üî derdim
Axirîn tîşkî xûrî payizim
Şa’êrî pîrî tore’w zîzi’m
Çon detwani’m be tu bilêm min çim
Xum gumanim heye ke hem ya nîm?
Helbest: Mamosta Hêmîn Mukrîyanî
Muzîk: Erselan kamkar

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.