Jan Arslan – Keça Perî

Bişîne çapgerê Bişîne çapgerê

Keça perî, wa da derî
Hiş çû j’serî, wexta seher,
Digeriya, li her çiya
Keçperiya, bi bask û per.

Gula zinar, derket ji xar
Min nû dît yar, bi tac û dar
Lêvên şîrîn, bûm har û dîn
Kirim bê vîn, işqa dîlber

Çav kil dida, perde hilda
Heyv li çarda, şev ronî da
Çavxezalê, camzelalê
B’ava xemrê, hiş bir ji ser

Por li ser mil, kezî bi gul
Tîr avêt dil, dil bûye kul
Keça ciwan, lêv erxewan
Ji gewheran, taca li ser

Wergera Tirkî (Türkçe Çevirisi)

Şîrove Bike

E-peyama te nayê weşandin.

You may use these HTML tags and attributes: <a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <s> <strike> <strong>

*