Îsmet Dax – Dîlber

Tu weka gulekê vebû ye di dilê min de:
Erd û ezman ê min tu ye,ronî ya çavê min.
Xweşikbûn a te bû ye bela li serê min:
Ma ne bese Dîlber,de were ba min.
Dîlber ê dîlber,dîlber a min ê!
Dîlber ê dîlber,hebûn a min ê.

Dîtinek te hêja ye hemû cîhan ê:
Xemla te bi rengîn e,ji gul ên bihar ê!
Sînga te tevd e neft e,tu buhişt a minê:
ma ne bes e dîlber,wer vê dîlanê.
Dîlberê dîlber,dîlber a min ê:
Dîlber ê dîlber,hebûna min ê.

Ezê te ji xwe re bikim,bûk a dil ên xwe:
Bixemilîn im te,dînim ser nav ên xwe!
Ezê,bighêj im meqsed a bav û kal ên xwe:
Ma qey nebes e dîlber,can diidim jiboy te..
Dîlber ê dîlber,dîlber a min ê:
Dîlber ê dîlber,hebûn a min ê.

Helbest û muzîk
Îsmet dax

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.