Huseynê Farê – Kilama Ser Dilan

Lo lo lawiko min go
bejna zirav e ji dara sêvê
Were li min ji dara sêvê
Lê dayê li min ê
min bala xwe dayê
kubarê binê malê
Ji orta mehelê
derket û saqoyê wî yê
li nava milê wî da bû
Simbêla palekirî pêl bi pêl bûye
xwe berdaye lo ser yan e
Bira rebê alemê
biqedanda muradê muradxwaza
Der û cîrana heval û hogira
ê min û qama kinik bejna zirav
Ji pazdê meha Gulanê
bi şûnda şeş meha yek carekî
Heyla lê dayê rebenê
wexta çêlek danê
sibê pez hatiye
Ax tevî berîvana ser delavê
Ax lê eman gidî
hey lê xayino Xemê

Lê lê Dîlber heyra
min ê digo sibe ye
Min dî vê sibê
ref hatine ax lê lê bi giranî
Gidî li min lê bi giranî
Lê dayê rebenê
min bala xwe dayê
Min dî vê sibê
xwe berdane Çemê Cizîra Bota
li zozanê bavê gewra min danî
Heyla lê dayê rebenê
sibe ye min bala xwe dayê
Min dî kubara min î malê
rabûye ji Birca Belek
Min dî xwe leqand û
heyla lê dayê rebenê
cotê satil li erdê li xwe hiltanî
Li erdê binîka mala
bi dizîka li min disekinî
Min dî çembilê xwe
leqand û çav û biriyê reş û belek
ji mi re ax lê bir û hanî
Digo lo lo lawiko
bira kula Şamê Helebê
di mala qebraxê bavê te keve
Kanî soz û bextê
min û te sala par vî çaxî
Bona xatirê dilê rezîl
ax lo me berdanî
Hema te yê kirî terka
bejna min a zirav
kilê li çava
xopana gundê me ra
Ez ê ji kotî heramî
jindokî mêrê xirav
ax lo dilo rezîl bûm kevanî
Ax weman eman gidî weman

Lo lo lawiko min go
sibe ye min dî
roka gundê me
hilat û ax lê lê silavê
Min bala xwe dayê
gundiyan û maliyan
sîtil û teştê xwe hilanîne
Berê xwe dane mehela jêrîn
Kaniya Jina kirasşoyê
cilşûştinê ax lo li baravê
Xelkê cilê delalîkê dilê xwe
dişo bi sabûnê bi gulavê
Wezê cilê bêmalê dilê xwe
bişom bi bêhna misk û emberê
Çîçekê buharê bêxwedîka
ax lê lê xunavê
Eger ji gamêşê
kar û xezalê gundê me neba
Min ê sî şêbiskê xwe ji te re
şe bikira berda nava
cotê memika heta navê
Eger xelkê bigotana
Dîlberê malikxerabê
çi bû çi ciriya
Min ê bigota gundîno malîno
Xwedê hebîna hûn ê
loman û gazinan ji min nekin
derdê dila gelekî zor e
Ji bona xatirê wê xeberê
wê gazinê xwe lê wê sinayê
Xweda min ê
bi rehma xwe ne
mîna carê cara
Ez ê qasekî li kêleka
qama kinik bejna zirav rûniştama
Ji êvarê heta kasima şeveqê
sitêrka sibê ax
lo li me bavê
Ax weman eman gidî weman

Lê lê Dîlber heyra min ê
digo payiz e min dî ewran
li esmana serê xwe deranî
Lê dayê rebenê
min bala xwe dayê
serê çiyayê û deşt û zozan
Dar û devî spî bûne
ji xwe re ji berfê kemer danî
Ez ê bi qurbana
bejna te ya zirav
dev û lêvê
çav û birûyê reş û belek bibim
Çi hewce ye ku îro
kila Subhanî jê ra
bûye ax lê lê bargiranî
Ax weman eman hey lê lê
wez fermanlî me lê
ez qaşkolî me
Xelkê heyr û muheyirê
mal û milkê dunyayê dunyalikê
Wez ê bi qurbana bejna zirav
dev û lêvê
çav û birûyê reş û belek bibim
Fîstanê qedîfe qîza malxeraba
wê dozbenda ax dormalî me

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.