Hunergeha Welat – Şêladizê

Kurê jaro kurê jaro
Şêladizê li quntaro
Kurê jaro kurê jaro
Şêladizê li quntaro

Çemê Kelya û çemê Şîn e
Celal bûne yek rûbaro
Çemê Kelya û Avaşîn e
Celal bûne yek rûbaro

Hêy hêy hêy hêy hêy hêy
Hêy hêy hêy hêy hêy hêy
Tew tew tew tew

Dêrelûkê ta Sîrîyê
Rahêlane bivr û daro

Kihêla şîn di pêş de ye
Hisên lê bûye siwaro
Canîka şîn di pêş de ye

Xungê lê bûye siwaro

Raperîna dûkel aro
Da ser nevyê gurgê haro
Raperîna dûkel aro
Da ser nevyê gurgê haro

Mêtingeh binde hat xwaro
Çeqel hate bi hewaro
Çeqel hate bi hewaro
Xincera pişt û damaro

Hêy hêy hêy hêy hêy hêy
Hêy hêy hêy hêy hêy hêy
Tew tew tew tew

Dihokê ta Amêdîyê
Rahêlane bivr û daro

Kihêla şîn di pêş de ye
Hisên lê bûye siwaro
Canîka şîn di pêş de ye

Keko lê bûye siwaro

Li deşta Zê xum e xum e
Bihara gel dewr û dem e
Li deşta Zê xum e xum e
Bihara gel dewr û dem e

Xeml û rewşa lewendîya
Dîlan kêşane serdem e
Xeml û rewşa lewendîya
Dîlan kêşane serdem e

Hêy hêy hêy hêy hêy hêy
Hêy hêy hêy hêy hêy hêy
Tew tew tew tew

Dêrelûkê ta Sîrîyê
Rahêlane bivr û daro

Kihêla şîn di pêş de ye
Hisên lê bûye siwaro
Canîka şîn di pêş de ye

Xungê lê bûye siwaro

Welatê Zê û Zêbaro
Govenda fireh li daro
Welatê Zê û Zêbaro
Govenda fireh li daro

Zihê sora şîrkêş yek in
Serfiraz e li çar kenaro
Zihê sora şîrkêş yek in
Serfiraz e li çar kenaro

Hêy hêy hêy hêy hêy hêy
Hêy hêy hêy hêy hêy hêy
Tew tew tew tew

Zaxo ta Silêmanîyê
Xweş rahêlin bivr û daro

Kihêla şîn di pêş de ye
Hisên lê bûye siwaro
Canîka şîn di pêş de ye
Başûr lê ye siwaro

*Gotin: Baran Dilbuhar û Delîl Mîrsaz
*Awaz: Baran Dilbuhar
*Berhemeka Hunergeha Welat e

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.