Hunergeha Welat – Hey Zapê

Hey Zapê, Tirko hatîye bi çar pê
Çeqel pêr hatî xapê hey Zapê
Ew teresê her carê
Hatî heyfa ji garê, tew Zapê

Zapê bangkir Metîna, go ev tew tew kîn a
Cewrên gurê dev bi xwîna, kutikê berêz bi xwer tîna

Pêlava Zapê sor e
Ji yuzbaşiyan re gor e
Nevîyê Mistoyê kor e
Çeqel xulamê li dor e

Hey Zapê, dilê me li ava şîn e
Sînga me tije kîn e, hey Zapê
Bo gorî keçên kovî ne
Can ji wa re dîyarî ne, tew Zapê

Zerî ketin çepera
Wek aşût û bagera
Sengerê bê hembera
Wer tabûtê eskera

Mêrbaşê tol û kîna
Xweş datîne kemîna
Gernasê serê çiya
Serhêrê va romîya

Parve Bike

Bersivekê binivîse

Epeyama we nayê weşandin.

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.