Em ê çêkin govend û dîlan û sema
Ji dil derxin evî barî kul û xema
Bi xwîna xwe mê rê vekin ji kêlama
Em ê bêjin , Em ê çêkin , Em ê lêxin
Bo ava kin kevneşopê bipelêxin
Dijminê hov ji welatê xwe derêxin
Li ser axa ku tîje xwînê wê bihin bide
Li ser gula ku bi xwînê wê pel bide
Li ser roja ku vê sibê tîrêj dide
(Dîsgotin)
Li hêstirên di çavan de sekinîne
Li ser çavên li benda me qerimîne
Li ser dayîkên ber dîwara rûniştine
(Dîsgotin)
Em ê çêkin, govend û dîlan û sema,
ji dil derxin vî barî, kul û xema..
Bi xwîna xwe em ê rê vekin ji kilama,
em ê bêjin, em ê çêkin, em ê lêxin..