Hozan Kawa – Jinên Azad

Sê jinên azad sê stêrkên li asîman
Bûn kevok firyane dûr firyan
Bûn hêvî ji bûna jîn û jiyan
Ji rengê gulan ji baxçê zîlan bêrîtan bêrîtan
Hevalên rojê roja azadî û nûjiyan
Hevalên rojê heval sara leyla fîdan

De megirî dilê me melûr de megirî
Dinalî weke ney û bilûrê
Helandî hinavên min hate xwarê
Bûm rengê gulan ji baxçê zîlan bêrîtan bêrîtan
Hevalên rojê roja azadî û nûjiyan
Hevalên rojê heval sara leyla fîdan

Vîna we kewand birîna dilan
Xemila we navkarwanê şehîdan
Nûjînin hûn lûrîkên daykan
Bûm rengê gulan ji baxçê zîlan bêrîtan bêrîtan
Hevalên rojê roja azadî nûjiyan
Hevalên rojê heval sara leyla fîdan

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.