Ez ji wan gewran hez dikim
lê esmereke kuştime ez
Bûm hêsirê evînê
lê tu kes nabêje çima
Ji kê re bêjim vê derdê
lê dil girtiye û naberde
Kê/kî nas dikim li vê erdê
bo xatirê wê ez hatime
Ez mame heya niha
kesek min venegiha
Awirên esmera har in
wek derba şûr û rima
Bila te dil bisota
lê her ez dîn bûme ji bo te
Carekî tenê te bigota
lawiko ez ya te me