Hozan Kawa – Berfîn

Çi delal in wan biskên te
Pir xweş in kilê çavên te
Şemala xewnê şevê min
Çi xweş e bejn û bala te

Her dem tu li ber çavê min
Tu yî rengê jiyana min
Ez bê te nikarim bijîm
Evîna min delalê min

Berfîna min, Berfîna min
Çiçeka li bihara min
Ez nexweşê navê te me
Berfîna min delala min

Tehma jiyana min tu yî
Hesretkê ji dîtina te me
Dûr nekeve ji warê min
Dûr ketina te pir xem e

Delalê li ber dilê min
Nikarim naziya xwe bikim
Ez nexwaşê dilê te me
Evîna min, delalê min

Ji bo te tim histûxar im
Bi gazî û bi hewar im
Xewnê şevê’m bê te sar in
Berfîna min, Berfîna min
Evîna min, delalê min

Berfîna min, Berfîna min
Çiçeka li bihara min
Ez nexweşê navê te me
Berfîna min delala min

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.