Hozan Hogir – Heyran

Wî de heyran heyran… heywax li min
Heyran minê nego buhar e, xweş buhar e way li minê

Gelo min dî bavê feqî ser kaniyê, hatî xar e way li minê
Min dî bavê feqî ser kaniyê, hatî xar e min rebenê

Sala par heya vî çaxî dewran dewrana bavê feqî bû
Sala îsalê destê wî xistin kelepçê, berê wî dane kela
Mûş a şewtî
Qatê jor e, way li minê ax ax
Min evdalê min xêr nedî hey lo maliya mino oy…

Heyran berfekî barî li serê çiyayê mûşa şewtî, kirîye
Hêke wey li minê
Şewqê dayê bejn û bala bavê feqî dibiriqe wey li minê

De xwezila mizgînîyekî xêrê ji mera bihata,
Bi gotîna îro bavê feqî ji kela muş a şewtî,
Hatiye berdan wey li minê

Min evdalê min xêr nedî lo maliya mino

Eman eman… way way li minê maliya mino ax ax
Eman eman… way fîrarê bavê feqî lo

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.