Hozan Hogir – Dîrok

Li Vîetnam Li Kuba Angol im
Çi Çîpas im û li Filîstîn im
Em agir in alav û pêt in
Em dirok in tim li Kurdistanê

Bi keviran em diçin ser tanqan
Bi daran êrîş dikin ser panzêran
Şervan bûne bombeyên zindî
Diteqin li Kurdistan li cîhanê

(Disgotin)

Ji tariyê wê derên roniyê
Wê azad bin wek gelê Kubayê
Ji tariyê wê derên roniyê
Wê azad bin wekî Angolayê
Nîşana Vîetnamê wa ye li dinê
Agirê dîrokê bilind dibê

(Disgotin)

Ala bilind dibe zindanan
Bi neynûkan dikolin dîwaran
Bi xwîna xwe dirok neqişandin
Ji bo serxwebûna hemû însanan

(Disgotin)

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.