Hozan Beşîr – Kevoka Spî

Min ji te hezkir ne bi dilê xwe
Min dil date ne bi destê xwe
Min destê xwe da te
Lê ez ne giham te

Were kevoka spî
Bi baskên xwe
Evînamin bigihîn yarê
Ev evîn
Di dilêminde bûye wek volqanekî
Her diçe mezintir dibe

Bigihîn yarê
Ji van çavên reş
Nerînek wê bibe avek zelal
Kû ji nav çîyayên şîn û hênik
Wê biherike ser dilêmin

Gotin: Evînar
Muzîk: Hozan Beşîr

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.