Hozan Aydin – Lorî

Mêjiyên kerr, dilên kor
Şora dikin bore bor
Pê li te kirin çûn jor
Jiyan ji te kirin gor

Lorî, ser te de bombe barî
Bela buyî parî parî
Kanî çavên te yê morî
Dayîk bi gorî…

Mîrad be koşk û seray
Bişewite bi pera
Xwîn vexwarin ziktêra
Mirin hîştin ji te re

Lorî, ser te de bombe barî
Bela buyî parî parî
Kanî çavên te yê morî
Dayîk bi gorî…

Ey yezdanê mihrîvan
Dibînî van Nemrûdan
Ey xwedanê dilovan
Dibînî van hovan
Bi navê dîn û îman
Serjê dikin zarokan

Lorî, ser te de bombe barî
Bela buyî parî parî
Kanî çavên te yê morî
Dayîk bi gorî…

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.