Hozan Aydın – Çi Dem e

Va çi dem e û dewran e çi dunya ye
Ne qîmet ne rûmet qe tişt nemaye
Çerxa felekê lime çep vegeryaye
Ne bexte ne soze tev derew maye
tev derew maye

Kanê ewê min jêre digo bira
Digo heval ez xapandim bi vira
Destê xwe dan min bir dan devê gura
Bawerîya min avêtin agira
Dan dest neyara

Wek Xezal a kovî li ser wan çîyan
Em gerîyam li deşt û li berîyan
Gelo min çi dît ji destê rovîyan
Tenê xistim nava dehfan revîyan
Pişta xwe bi mi dan

Gotin û Muzik: Hozan Aydin

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.