Hovsepyan Hohannes – Lê Lê Îsraîlê

Lê lê Îsraîlê, li me daye bayê zelal û zer e,
Xizêmeke li pozê Îsraîla Axê bi şirik e, gelo çil û çarde rimayê,
Êra lêdixe wa bayê samiyê êêêê, şirikê xizêmê nazivirin,
Gidî yeke weke Îsraîla Axê dosta canê meriv be, nava qewmê heval û hogira
meriv çiqasî bê gur e,
Gava vefasla dost û yara dîwarê mîr û hakima,
Ecêba mezin wê ecêb e lê çawa baskê meriv çênabe ji xwe ra pê nafire,
Lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê Îsraîlê lê lê.
Lê lê Îsraîlê bêbavê, awirê te xedar in, milan neke bi daran û bera,
Gidî guharekî guhê Îsraîla Axê bi şirik e xaja li vî kevirî aqût û mermer e,
Herê rabe ez ê çepilê Îsraîla Axê bigirim bavême xêmê meriyê nava Enzanun-
gê, zavayo mala şêxê Şêbira,
Heke li wirê nebû em ê çembilê hev û din bigrin bavêne zozanê jorîn,
Bajarê Erîwanê, qe nas nakî Araratê bilind e, li hember e,
Lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê Îsraîlê lê lê.
Lê lê Îsraîlê, ji înê heya înê, eman ramûsanê te zor in, awirê te xedar in,
Mila nekevin daran û bera kevirê çiya dihelîne,
Gidî taximê sing û berê Îsraîla Axê, bînane sêvê Meletî, porteqalê Bêrûdê,
hêjîrê Çiyayê Şengalê,
Hinarê Zivzikê, bîna peleberfa li zozanê jorîn, zîpika welatê Serhedê, tasek ji
ava cemidî,
Wavî zelal çawa dimeşe ji qûna çiya, ji Geliyê Mêrdînê,
Êra meheke weka Temûz û Tebaxê, yekî tî be, dev û lêvê wîna tîna çîçikî be,
Gava devê xwe bavêje orta sing û berê Îsraîla Axê ay, wê gavê tîna meriv dişikîne,
Lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê Îsraîlê lê lê.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.