Hovsepyan Hohannes – Bişêrîyo

Lawikê şîrîn radibe malê xwe bi karwanî li dinyayê digerîne,
Ji bajarê Diyarbekir ketiye Tepa Barava li bêdera mala bavê Seyrê ku datîne,
Seyrê dibê lê lê qewraşê, tu wê rabe em ê herin benderê karwanê hanê ji kurê,
kî û kî ne,
Nê la Seyrê qewraşê şim û masa li piyê xwe dixin berê xwe didin bênderê,
dibên karwanîno, em ê nizanin, hûnê ji kurê, kî û kî ne,
Biro dibê lê lê, Baraviyê dînê, ez Biro me lawikê Bişêrî me,
Edetê xortê me Bişêriya ew e misêwa malê xwe bi karwanî li dinyayê digerînin,
Ji bajarê Diyarbekir ketime Tepa Barava hatime dipirsim,
Ka ca qîzê we Baraviya çercî qîz in, çercî zewicî ne,
Eman eman eman eman eman eman wa Baraviyê.
Baraviyê dibê, Bişêriyo heyra ew qîzê me Baraviya nîvê wanê qîz in, nîvê hêja
zewicî ne,
Seyrê me herin, nefsa wan qîza mîrêm ne xwestî me ne zewicî me,
Ez ê bîna kevokeke nûferxî me û sibê heya nava êvarê qesr û qonaxê bavê xwe
li pencera rûniştî me,
Gidî bejna mi zirav e bîna tayê rihanê yekşaxî ne û hinarê ruyê min sor dikin
bîna sêvê Meletî ne,
Gidî taximê sing û berê min spî ne mînanê belek berfa li Serhedê ne,
Lê lê qewraşê tu wê rabe berê xwe bide malê bilezîne û şeva îşev birincekî
qerecdaxî bikelîne,
Ez ê Biro lawikê Bişêrî bînim malê bihewînim, heya sibê ez û Biro em ê ji hev
re bêjin bibêlînin,
Ez ê bikim serê sibê bavê min keçikê rabe mara min û Biro lawikê Bişêrî bi
helalî ku bivîne,
Eman, eman, eman, eman, eman way Bişêriyo.
Lema Biro divê Baraviyê dînê ez Biro me, lawikê Bişêrî me,
Ejî bi karwanî li dinyayê geriyame, Tepa ketime Tepa Barava li bêndera, mala
bavê te danîme,
Ez aşiqê bejn û bala te, çavê di reşê, şêbiskê te bi gulî ne,
Eman, eman, eman, eman, eman way Baraviyê.
Keçika Baraviyê dibê Biro lo, malxirabo, ez xeyîdîme tu car te ra xeber nadim,
Gidî malxirabo, mi digo hatî ji bajarê Diyarbekir, şarekî bîne ez ê gulika badim,
Wele xortê ez Baraviya ez ê bi temamê xortê wê Bişêriya ca ku nadim,
Eman, eman, eman, eman, eman lo Bişêriyo,
Xayîno gidî bi şevê hat û bi ro çû,
Wele min rebena Xwedê têr nediyo.
Biro dibê Seyrê malxirabê, wele ez ne li vir im, ne li wir im,
Lê lê gidiyê, ez ê ta rihana li ber kevir im,
Ez ê hewqa bi karwanî, li nava Tepa Barava temam geriyame, minê bala xwe
dayê, Xwedê zane, pîsê xortê Bişêriya ez im,
Temamê giregirê we Tepa Barava ku çêtir im,
Eman, eman, eman, eman, eman lê Baraviyê,
Mi bi xulama bejn û bala bilind, çava di reşê, şêbiskê wê tev guliyê.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.