Hovhannes Gapo – Siltanê

Ax û yeman Siltanê lê, derdê dilêm Siltanê.
Rabib rûnê li eywanê lê, bi ax û yeman Siltanê,
Rabib rûnê li eywanê lê, derdê dilêm Siltanê.
Memik sêvê li dikanê lê, ax û yeman Siltanê,
Memik sêvê li dikanê lê, derdê dilêm Siltanê.
Siltanê dinya dem e lê, ax û yeman Siltanê,
Delalê dinya dem e lê, derdê dilêm Siltanê.
Wez kilê çevê te me lê, ax û yeman Siltanê,
Deqa li ser singê te me lê, derdê dilêm Siltanê.
Gustîlka tiliya te me lê, ax û yeman Siltanê,
Bazinê li destê te me lê, derdê dilêm Siltanê.

Parve Bike

Bersivekê binivîse

Epeyama we nayê weşandin.

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.