Şox û şengê zuhrerengê
Dil ji min bir dil ji min
Awirên heybet pilingê
Dil ji min bir dil ji min
Nazikê şêrîn kelamê
Dêmdûrê gerden şemalê
Çîçeka terhîn ê vala
Dil ji min bir, dil ji min
Surşêrînê nazenînê
Kuştim û nakî yeqînê
Wê bi çengala evînê
Dil ji min bir dil ji min
Roniya çavên Mela yî
Ew tecellaya te dayî
Ya ji Ehmed dil revayî
Dil ji min bir dil ji min
merhaba sitenizi takip ediyorum yanlız istediğim tüm şarkılar yok içinde mesela hivronun bi kaç tane şarkısı var ki buda çok az ve yetersiz . sürekli yeni şarkılar eklemeniz gerekiyor . iyi çalışmalar