Hîvron – Ji Dil

Ji dilê min ê xemgîn,
Derkeve, biçe têkilhevî.
Dîsa biguherim ez
Ji nû ve têkevim rengeke din
Dengê stranên wisa perdeyê derînim
Zînê û memê ji nû ve sax bikim û vejînim
Bi awayeke wisa wan serfiraz bikim
Serbilind…
Da ku bibin temaşeye dilberên awirxweş ên rind
Hemî qenc bibînin ji bo min peyvên qenc bêjin
Û bi qencî hatiye berhevkirin û nivîsin bêjin
Nexweş û nesax ketin ew yar û evîndar
îro wek hekîmeke jêhatî, pispor û zanyar

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.