Hevdeng – Geliyê Şaxê

Min gul dîtibû li Gelîyê Şaxê li Gelîyê Şaxê wa gulê wa gulê
Rêşî berda li ser kamaxê li ser kamaxê wa gulê wa gulê
Eman eman gulê kêf û seyran gulê keça mîrê Musulê
Helewa têr kakilê eman eman gulê kêf û seyran gulê
Eman eman gulê dem û dewran gulê

Min gul dîtibû li Kurdistanê li Kurdistanê wa gulê wa gulê
Rêşî berda li ser qeytanê li ser qeytanê wa gulê wa gulê
Eman eman gulê kêf û seyran gulê keça mîrê Musulê
Helewa têr kakilê eman eman gulê kêf û seyran gulê
Eman eman gulê dem û dewran gulê

Min gul dîtibû li biniya xetê li biniya xetê wa gulê wa gulê
Weke nexşa li ser kaxetê li ser kaxetê wa gulê wa gulê
Eman eman gulê kêf û seyran gulê keça mîrê Musulê
Helewa têr kakilê eman eman gulê kêf û seyran gulê
Eman eman gulê dem û dewran gulê

Min gul dîtibû li Bagokê li Bagokê wa gulê wa gulê
Dîlan xweş bû li Dihokê li Dihokê wa gulê wa gulê
Eman eman gulê kêf û seyran gulê keça mîrê Musulê
Helewa têr kakilê eman eman gulê kêf û seyran gulê
Eman eman gulê dem û dewran gulê

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.