Hesenê Qaso – Bavê Edo

Axa meşiyame koşka Bavê Edo, lo mi şerm nekir,
Maqûlo, meşiyame koşka Bavê Edo, lo mi şerm nekir,
Axa minê binya xwe da, a vê sibê şerê box û berana lo temaşe kir,
Axa wezê meşiyame koşka bavê Edo, lo mi şerm nekir,
Ezê meşiyame koçika Bavê Edo, lo mi şerm nekir,
Minê binya xwe da, şerê box û berana lo temaşe kir,
Go axawo çûme koşka Bavê Edo, lo min dey nekir,
Maqûlo çûme koşka kekê Edo, lo min dey nekir,
De minê çima por û guliya serê lo xwe kur nekir,
Kekê Edo razabû lo ji xew ranekir.

Parve Bike

Bersivekê binivîse

Epeyama we nayê weşandin.

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.