Hesen Şerîf – Tu Ne Hatî

Çend êvar û şevên tarî min bûrandin, tu ne hatî
Agirê dil pêt û rimî va bû xwelî, tu ne hatî
Xalê li gerdena sipî ez helandim, tu ne hatî
Tu ne hatî, ta ko mirin hemû hêvî, tu ne hatî

Tu ne hatî, gelek biryar min ji bîr kirin, tu ne hatî
Sed birîn û kulên kevin te nû kirin, tu ne hatî
Gulê baxê evîna me tevde mirin, tu ne hatî
Di dil de te gelek armanc te bi nav kirin, tu ne hatî

Tu ne hatî, min rengê çavê te ji bîr kirin, tu ne hatî
Awirên wan herdû çavan gel xwe birim, tu ne hatî
Kul bûn gelek nema karim ez hilgirim, tu ne hatî
Tê kengî bê? Evîna te ez dîn kirim, tu ne hatî
Kul bûn gelek nema karim ez hilgirim, tu ne hatî
Tê kengî bê? Vê dûriyê ez dîn kirim, tu ne hatî

Gotin û Muzîk: Evraz Qamişlokî

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.