Hesen Şerîf – Kanîya Evînê

Ger piştî te ez nemirim
Tibla gustîrkê dê birrim
Da carek dî l’vê cîhanê
Eşqa kesê nehelgirim

Şengebiyê porr zêrrînê
Lêvên te kaniya evînê
Kengî dê b’mista helînîn
Wê şerabê meya jînê ?

Payîz hat û solîn weryan
Dilê me l’kovana çeryan
Ji germa eşqa min û te
Erd û esman bo me giryan

Ev eşqa hinde kevnare
Rê naçînê, nîne çare
Hindî d’bûrin sal û zeman
Herdem ya xurt û siyare

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.