Hemê Hecî – Porê Delala Min Sor e

Porê dayîkamin sor e, Porê hevala min sor e
Paşika guliya bi mor e, şûştina xelkê çi zor e

Way Delîlahê naye wax Delîlahê naye
Kevir e gemarêye hevalno rewî deng jê naye

Porê dayîkamin sor e, Porê hevala min sor e
Paşika guliya bi mor e, şûştina xelkê çi zor e

Way delîla min birin wax hevala min birin
Sedsala berjêr kirin dayiko rêheval birin

Porê dayîkamin sor e, Porê hevala min sor e
Paşika guliya bi mor e, şûştina xelkê çi zor e

Porê te hine nakim, Porê xwe hine nakim
Paşika guliya venakim şuştuna dayîkê ji bîr nakim

Porê dayîkamin sor e, Porê hevala min sor e
Paşika guliya bi mor e, şûştina xelkê çi zor e.

Parve Bike

Bersivekê binivîse

Epeyama we nayê weşandin.

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.