Hemê Hecî – Berxê Çavreş

Di riya serxwebûn û azadiyê de
gellek keç û xortên me yên ciwan
jiyana xwe ji dest berdan.
Di berxwedanên zîndanan de
agir berdan bedena xwe.
Yek ji wan jî xwişka me Sema bû

Rom ketiye geliyê Zîlan
Berxê çavreş kale kale
Birîna dil zar e zar e
Kûr dinalim pir xedar e

Birin birin talan birin
Ax lê bavo talan kirin
Me qet nedît roja şêrîn
Çavên hêsîr, dilê birîn

Îro d’hêla me de şîn e
Ax azadî çi şêrîn e
Şehîd kirin xortên ciwan
Dilê me bi kul û birîn e
Şehîd kirin xwişka Sema
Dilê me bi kul û birîn e

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.