Hekîm Sefqan – Tunebûn

Çavê min di rêka te de ma
Ne tu hat
Ne min rê dît
Can ne min rê dît

Navê te di dilê min de ma
Ne min got
Ne kesî dît
Can ne kesî dît

Min gelek şevên har di xew re birin
Gelek rê westandin
Ji bajarên xwêdandayî
Ji nava dûmana şewata pismaman
Bi baskên ji rengê mirinê difiriyan
Ber bi welatê ji xwe bawer
Ji nava tozê ber bi vê demsaliyê
Ber bi mirovên weke berfa welatê xwe
Di nava seqema reş a Sîbîryayê de
Min tîpên navekî qedexe bi şewata xwe germ dikir
Li deşta çiyayên Hîmalaya
Min gotinên qedexe li ser masayên votkayê belav dikirin
Vedixwarin û weke min xwe qedexe dikirin
Diçûm û di dil de welatek
Di çavan de xilmaşiya dilekî veşartî
Li axa qedexe bibûm mêvan
Bi mirovên qedexe re geriyam
Ketim devê mirinê
Min tirs bi awiran dişewitand
Min her dever dît ji gundê xwe pê ve
Min her jin dît ji dayika xwe pê ve
Min ji her kurî hezkir ji xwe pê ve
û niha xayinekî parse, xilmaş

bi cil û solên qetiyayî li kolanan
bi xwe re dipeyivim

Çar dîwarê teng û sar û lal
Li dor min dafê dane
Li dor min dafê dane
Can dafê dane

Ji deryaya dost û yara
Tenê ez û derdê xwe mane
Tenê ez û derdê xwe mane
Can tenê em mane

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.