Harûn – Xengilok

Çivîkên hêvîyan
Di gustîlê porên te da
Hêlînên bextewarîyê çêdikirin
Çavşînko çi hişk e mirin

Hestewar û şa dibûm
Di morikên çavên te da
Destên te yên goran
Têhnîyê newayan dibûn
Te gul ro dikirin li qeraxê behrê
Bêhna avê bi te xweş dibû

Xengilokê min biçûkê min
Jîyan straneke hêvîyê ye
Lê qul bûye tûrê te tev dirijin
Ax bi hêviyên te şîn dibe

Ka birakê te stranekê bistirê
Bila tu behsa mirinê nebe
Rabe em vegerin zaroktîya xwe
Desmalkaxezan bifiroşin

Lyric: Rojhilat Azad
Music: Harûn

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.