Harun Hevî – Rêheval Hêvî

Dayê dinê dorê, Dayê dilê dînê.
Ew gula sorazad, dayê bixwîne
Evîna dihila bi gula dinexşîne
Reng dide xwezayê dorê li her derê

Ew delal bû, dost û yar bû
Rêheval Hêvî, hunermend bû

Dayê dinê dorê, dayê dilê dînê
Evîna dilê wê dayê li Nisêbînê
Li Zagros û Botan li Keleşînê
Li warê dîrokê derya evînê

Ew delal bû, dost û yar bû
Rêheval Hêvî, hunermend bû

Dayê dinê dorê, dayê dilê dînê
Ew xortekî çeleng dayê sozdar bû
Ji nedîtna rojê her birîndar bû
Her bijî dila da heval ez qurban

Ew delal bû, dost û yar bû
Rêheval Hêvî, hunermend bû

Gotin û Muzik: Harûn Hêvî

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.