Hey wax li min, birîn kûrin
Xem û kovan, pirr in, zor in
Dihên, diçin. sal û dewran
Mixabin em, ji hev dûr in.
Li hizrêt min, her mêvan î
Li jîna min, tu semyan î
Li nav gemya hîvî û xewnan
Rêber î tu, gemîvan î
(Nakarat)
Ji dûrya te dilorînim
Hêsiran hûr dibarînim
Birîndar im bi derdê te
Ji eşqa te har û dîn im
(Nakarat)