Kew bûne cot , Kew bûne cot
Têşkên kewa kew bûne cot
Li der dola şînbûn e kevot
Leylanê te dilê min sot
Kew bûne sê , Kew bûne sê
Têşkên kewa kew bûne sê
Li der dola şînbûn mendê
Bûk leylanê gewrê rindê
Kew bûne çar , Kew bûne çar
Têşkên kewa kew bûne çar
Li der dola şînbûn çinar
Bûk leylanê dilêmin xwar
Kew bûne pênc , Kew bûne pênc
Têşkên kewa kew bûne pênc
Li der dola şînbûn birinc
Bûk leylanê dilêmin hinc
Kew bûne şeş , Kew bûne şeş
Têşkên kewa kew bûne şeş
Li der dola şînbûn zebeş
Bûk leylanê kirim nexweş
Gotin û Muzîk: Gelêrî