Grup Awesta – Yarê Yarê

Wexta tu çû li min bû zivistan
Ezman reşbû li min bû baran
Ez tenê mame li van deran
Ez tenê mame mame li van deran
Yarê yarê

Qurmê bedena min çend zivtan dî
Bûme şalûlek bê hêlin û cî
Ê av anî ez bûm lê ez mam tî
Bûm parsekê evînê ez mam birçî
Yarê yarê

Ma qey heta sax bim wê tim wa be
Ev dil ji derda tu car xelas nabe
Felek min li erdê xe, ez ê tim rabim
Ger ne wa be ev dil cebar nabe
Yarê yarê

Gotin û Muzîk: Koma Avesta

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.