Grup Awesta – Qêrîna Şengal

Ev bapîrên mey Êzîdî
Zilma wan dî, kesî nedî
Gaziya min ji we Kurdan
Hûn li hev derkevin xwedî
Gaziya min ji we serokan
Hûn li hev derkevin xwedî

Ey serokê kekê Barzan
Ma tu bi dîroka xwe nizan
Ê ji qewmê te re nebe
Zaten ji te’r nabe heyran
Vê peyva min ji bîra neke
Kesî te tune ji pêv Kurdan

Bavê te Mele Mustefa
Wî ji bo Kurdan xwe kir feda
Heta Kurdistan azad be
Gerek qet tu neke sefa
Heta çar parçe azad bin
Gerek qet tu neke sefa

Kurdê tirkî hûn zane bin
Li şehîdên xwe şa bin
Kurdê tirkî hûn zane bin
Hûn li ketiyên xwe şa bibin
De’bdin rayên xwe bidin xwe
Ne xulamên dijminan bin
De’bdin oyên xwe bidin xwe
Ne xulamên dijminan bin

Ey serokê me Ocalan
Xwediyê daw û doza giran
Wext ji Kurda’r gelkî teng e
Dekê Tirko dernex’ ji kuman
Wext ji me re gelkî teng e
Dekê Tirko dernex’ ji kuman

Gotin û Muzîk: Koma Avesta

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.