ax ez gulo me, ez gune me
ez guloka bavfile me
wile wezê ne layiqê dînê te me
ez layiqê dînê xwe me oyy
ax gulo tête ji bêriyê
de hacî mûso dide eyneliyê mûdeliyê
diçe bi pêşiyê
de elba şîrê datîne binê siyê
gulo’ra dikeve bi hêviyê
dibê: keçê gulo tu newêre li ser vê dînê heqiyê
ax ez gulo me, ez gune me
ez guloka bavfile me
wile wezê ne layiqê dînê te me
ez layiqê xaçê li ser milê bavê xwe me
ax gulo dibê ez gulo me gulowa va bijaran
de wezê îro ketime destê van neyaran
de goştê min vedikin kêr û kelbetanan
wile wezê dîsa nayime li ser we misilmanan
ax ez gulo me, ez gune me
ez guloka bavfile me
wile wezê ne layiqê dînê te me
ez layiqê xaçê li ser milê bavê xwe me
gulo dibê ez gulo me gulowa dînim
ez ê rabim daw û delingê xwe hîlinim
rêka stembûlê ber xwe bînim
textê osmanliya bihejînim
heke ji te re çarekî dibînin bila bibînin
heke nebîne wileh wezê herdu alên ecnebiyan pê bihesînim
Deşîfrasyon: Xendekî